Balafirên nenas herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bombebaran kirin

Balafirên şer ên nenas gundewarên Cerablus û Babê yên di bin dagirkeriya çeteyên dewleta tirk de bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji herêmê dane, balafirên şer ên nenas deverên başûrê bajarê Cerablusên gundên Burc, Exterîn ên bakurê bajarê Babê û bajarê Raî bombebaran kirin.

Çavkaniyan diyar kirin cihên safîkirina petrolê û baregehên çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên dagirkeriya dewleta Tirk hatin bombebarankirin.

Têkildarî encamên bobebaranê, ti agahî nehatin bidestxistin.

Leave a Reply

Back to top button