Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê gundewarên Hema û Idlibê topbaran kirin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku îro sibehê hêzên hikumetê gundê Diwêr El-Ekrad yê li bakur-rojhilatê Hemayê topbaran kirin.

Her wiha eniyên li devera Cebel El-Zawiyê ya Idlibê jî kirin armanc.

Duh jî çavdêriyê ragihandibû ku artêşa dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumetê li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha di topbarana çeteyên dewleta Tirk li ser bajarokê Seraqibê de jî, kuştî û birîndar çêbûn.

Back to top button