Ciwan Îso: Şêniyên Serêkaniyê vê planê tu carî qebûl nakin

Plana dawî ya Tirkiyê ku bi rêya wê, penaberên Sûrî yên devrên cuda li herêmên dagirkirî bi cih bike, rastî nerazîbûnên tund tê.
Taybt ji aliyê koçberên wan herêman ve ku her li benda kêliya vegera li warê xwe ne.
Li ser vê miojarê Endamê Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso dibêje:
“Bi van kirinan dewleta Tirk dixwaze dagirkriyê mayinde bike.”

Tevî hemû gef, êriş û wêraniyê, dewleta Tirk di mijara guhertina demografiya herêmên dagirkirî de, planên nû danîn.

Ev plan niha pêk tê û bi rêya wê, penaberên Sûrî yên ji deverên cuda yên Sûriyê wê li herêmên dagirkirî werin bichikirin.

Bi vê jî wê dewleta Tirk dagirkeriya xwe ya li wan herêman mayinde bike

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya Komîteya Koçberiyê ya Serêkaniyê Ciwan Îso, li ser mijarê ji ajansa Firatê re axivî.

Îso piştrast kir ku niha herêmên hatine dagirkirin, bûne cihê mayîn û perwerdekirina çeteyên DAIŞ’ê.

Dawiyê Ciwan Îso anî ziman ku şêniyên Serêkaniyê bi her awayî şert û mercên giran qebûl dikin lê qet dagirkeriyê û van planên Tikriyê qebûl nakin.

Back to top button