Kongra Star li Hesekê ji bo şermezarkirina bûyera kuştina her du zarokan meşek li dar xist

Li Hesekê, Qamişlo, Tebqa, Reqa û Minbicê bi çalakiyên cur be cur kuştina her du zarokên Hesekê yên bi navê Eyde û Aya hat şermezarkirin. Her wiha banga darizandina sûcdaran hat kirin.

Doh li bajarê Hesekê zarokek din bi navê Aya Mihemed ku temenê wê 15 salî ye ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin..

Bertekên li dijî kuştina her du zarokan li seranserî herêmên bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dikin.

Kongra Star a Kantona Hesekê ji bo şermezarkirina bûyera kuştina her du zarokan meşek li dar xist.

Piştî ku meş li ber mala malbata Aya veguherî mitîngê, daxuyaniyek ji aliyê Kongra Star a Kantonê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku zihniyeta Îda û Aya kuştin, zihniyeta kujerê Hevrîn, Zehra , Hebûn û dayika Emîne ye.

Rêxistina Sara kuştina her du zarokên Hesekê şermezar kir

Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan bi daxuyaniyekê ku li Qamişlo hat dayîn kuştina her du zarokan şermezar kir.

Rêxistinê destnîşan kir ku kuştina her du zarokan sûcekî li dijî mirovahiyê û zarokan e.

Li Tebqayê banga darizandina kujerên her du zarokan hat kirin 

Rêxistinên Civaka Sivîl ya Tebqayê jî bi daxuyaniyekê kuştina her du zarokan şermezar kir.

Her wiha banga darizandin û cezakirina kujerên her du zarokan kir.

”Divê jin hemberî van sûcan asta tekoşînê bilind bikin”

Weqfa Jina Azad a bajarên Reqa û Tebqa jî derbarê heman mijarê de daxuyaniyek da.

Jinan bang li hemû jinan kir ku li dijî bûyerên kuştina jinan û jinên ciwan asta tekoşînê bilind bikin.

Her wiha bang li aliyên têkildar hat kirin ku tedbîran bigirin û rê li ber mîna van bûyeran bigirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger: Divê kujerên Eyde û aya werin darizandin 

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya bajarê Minbicê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku kuştina her du zarokan sûcekî dijî mirovahiyê ye.

Ciwanan diyar kir ku ew ê li dijî vê bûyerê bêdeng nemînin û çalakiyan lidar bixin heta ku kujer werin darizandin.

Back to top button