PYD’ê li Şamê ji bo 15 Sibatê civînek li darxist

Meclisa PYD’ê ya li paytexeta Sûriyê Şamê ji bo 15’ê Sibatê civînek li darxist

Li taxa Zorava ya Şamê girêdayî kompiloya navdewletî Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê civînek lidarxist.

Di civînê de Hevserokê Meclisa PYD’ê Fadil Bozan diyar kir ku dewletên desthilatdar ji fikir û ramanên rêber Ebdulah Oclelan ditirsin û wiha got: ”Bi riya kompilo dixwazin ramanên rêber Apo tune bikin, lê ev yek nepêkane ji ber rêya azadiyê ji me hemiyan ronî kiriye.”

Her wiha Hevseroka PYD’ê Zakira Ehmed jî axivî û teqez kir ku cara yekemîn firkira azadiya jinê li Rojhilata Navîn ji aliyê rêber Apo hatiye gotin.

Di dawiyê de hate gotin ku divê her kes ji bo 15 Sibatê bikeve nava çalakî û tevgerê.

Back to top button