Rêxistina HDP’a Amedê bi hemû kadroyên xwe li cem mexdûrên erdhejê ye û 24 saetên rojê alîkariyê dide mexdûrên erdhejê.
Parlamenteran di serdanan de pirsgirêkên gel guhdar kirin û hewl dan jê re bibin çareserî.
Mexdûrên erdhejê bi qasî tê xwestin piştgiriyê nadin wan û bi saya derfetên dilxwazan xwe li ser pêyan digirin.
Mexdûrekî erdhejê berteka xwe wiha nîşan da: “Li vê derê ne tîmên alîkariyê, lê belê tije polîs kirine, em li dijî vê yekê ne.
Ji kerema xwe re hesaba vê bipirsin, bibin dengê me.”