Şandeyên HDP’ê serdana birîndarên erdhejê û cihên zirardît dikin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re li Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê birîndar ziyaret kirin û piştre jî ber bi Edeneyê ve ketin rê. Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî serdana navçeya Bazarcix, Nûrdagi, Îslahiye kir. Togrûl diyar kir ku 3 navçe bi temamî hilweşiyane.

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar serdanên xwe yên li herêmên erdhejê didomîne.

Sancar û şandeya pê re duh çûn serdana navçeyên Samandag û Antakya yên Hatayê.

Her wiha Şandeya HDP’ê îro jî çûn Nexweşxaneya Bajar a Mêrsînê û birîndar ziyaret kirin.

Sancar, di serdanê de anî ziman ku gelek zarokên birîndar hene ku malbatên wan hêj nehatine tespîtkirin û wiha got: “Koordînasyona me ya krîzê, li gel yekîneyên tenduristiyê bi tevan re elqedar dibin.

Li herêmê organîzasyoneke pir cidî heye. Rewş gelek metirsîdare û hevalên me yên di koordînasyonê de cih digirin niha dibin alîkar.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û şandeya pê re piştre jî ber bi Edeneyê ve kete rê.

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî serdana 3 navçeyên ku li wir erdhej pêk hatibû kir û li ser vê rewşê ji ANF’ê re axivî.

Parlamenterê HDP’ê Togrol: Tîmên pispor û rizgariyê nehatine herêmê

Togrûl diyar kir ku navçeya Bazarcix, Nûrdagi û Îslahiye bi temamî hilweşiyane. Avahiyên li ser piyan mane jî xisareke giran li wan bûye û wiha got: “Me tespît kir ku tîmên pispor ên lêgerîn û rizgarkirinê negihîştine herêmê. Mirov bi derfetên xwe, bi destan kavilan dikolin û hewl didin xizmên xwe ji binê xirbeyan rizgar bikin.

Welatî tî ne, birçî ne, înternet, elektrîk, av, gaz nîne. Her kes li derve ne. Ji bo pêwîstiyên bingehîn jî derfet bi destê wan nakeve.”

Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku desthilatdariya APK-MHP’ê alîkariya ji bo gelê me asteng dikin. Dramek li herêmê heye.

Back to top button