KONGRA-GEL: Em bi xurtî tevlî çalakiyên li dijî komployê bibin

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KONGRA-GEL di daxuyaniyê de got: Em dikevin sala 25’emîn a komploya navneteweyî.

Em weke Tevgera Azadiyê û gel li hemberî Rêber Apo xwedî rexnedayînek giran in.

Em qebûl nakin ku 15’ê Sibatê ya ji bo gelê me roja reş e, car din di şert û mercên dîlgirtî de pêşwazî bikin.

Lewma em ê sala 2023’an bikin sala têkçûna faşîzmê û vebûna deriyên sîstema qirkirinê ya Îmraliyê.

“11 Şibatê em bi awayek herî xurt tevlî meşa navendî û mîtîngê bibin”

Li Kurdistanê, derveyî welat û li her qadê gel û dostên me ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan in.

Meşên dirêj wê li Strasboûrgê bên ba hev.

Roja 11’ê Sibatê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî, em bang li gelê xwe dikin ku bi awayek herî xurt tevlî meşa navendî û mîtîngê bibin.

Back to top button