Berxwedana zindanan, Mexmûr û Yûnanistanê bi biryardarî didome

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên dewleta Tirk ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber APo bi biryardarî di roja 222’an didome. Jin li Mêrdînê li hev civiyan û diyar kirin li dijî tecrîdê, binpêkirinên mafan û tundiyê ew ê rêxistina xwe xurtir bikin.

Li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger didome.

Çalakiya grevê bi koma 45’an kete roja 222’an.

Çalakiya li wargeha Mexmûrê jî, bi koma 101 di roja 201 de didome.

Her wiha çalakiya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 184 roj li pey xwe hişt.

Jinên ji Mêrdînê li seyrangehê li hev kom bûn 

Jinên Mêrdînê li seyrangeha ku di pêşengeha Tevgera Jinên Azad de hatiye amadekirin de civiyan.

Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan Ebrû Gunay, Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Ciwanan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek jinên Mêrdînê beşdar bûn.

Li ser mijarên tecrîd, pêvajoya niha û xebatên ku bikin de axivîn.

Parlementer Ebrû Gunay axivî û got:

Me pêvajoyek giran derbas kir. Li pêşya me jî pêvajoyek nû dest pê dike. Divê em xwe baş amade bikin. Li dijî tecrîdê, binpêkirinên mafan û tundiyê em ê rêxistina xwe xurtir bikin.”

Back to top button