HPG: Li Zap û Avaşînê 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiyê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê li hêzên dagirker dan.
HPG’ê ragihand li herêmên Zap û Avaşînê di encama çalakiyan de 15 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin.
HPG’ê da zanîn artêşa Tirk a dagirker 39 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dagirkeran û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyek weşand:

HPG’ê diyar kir li herêmên Zap û Avaşînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger, berxwedana dîrokî ya gerîla dewam dike û wiha got,

“Hêzên me di nava şert û mercên herî giran de bi ruhê fedaî yê Apocî li ber xwe didin, şer dikin û derbên giran li dagirkeran dixin.

Artêşa Tirk a dagirker ku bê çare maye û derbên giran dixwe, li hemberî hêzên me bi bikaranîna çekên kîmyewî bênavber sûcên şer dike.

Tevî ku dagirkeran 39 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên berxwedanê barandin, hêzên me gelek çalakiyên xurt lidar xistin.”

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî perve kir;

“17’ê Gulanê li qada Şehîd Dilgêş a li Mervanosê ya herêma Avaşînê, hêzên dagirker ên rê çêdikirin, bûn hedefa hêzên gerîla.

Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

18’ê Gulanê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi çekên kîmyewî bombeyan li Qada Werxelê bibarînin, bi çekên giran çalakî hat kirin.

Heman rojê artêşa Tirk a dagirker 22 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li Qada Berxwedanê ya Werxelê barandin.

Li herêma Zapê 18’ê Gulanê li Qada Şikefta Birîndaran, hêzên me li dagirkeran dan û di encamê de 7 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê li dora çeperên şer ên Kevirêkun ê li Şikefta Birîndaran, hêzên me ji nêz ve li dagirkeran dan. Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.

19’ê Gulanê li Qada Şikefta Birîndaran, dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî çeperên şer bikin. Hêzên me li dagirkeran dan.

Di encamê de teqemeniya dagirkeran bi wan ve teqiya û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 18 û 19’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 17 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan û Qada Berxwedanê ya Girê Cehennemê, bombebaran kirin.”

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla ev çalakiyên ku li herêmên Zap û Avaşînê kirin di şexsê Heqî Karer de ji bo bîranîna Şehîdên Meha Gulanê lidar xistin.

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker gelek qadên bi ser herêmên Zap, Metîna û Xakurkê, bi balefirên şer, helîkopterên êrişê û obusan bi dehan caran bombebaran kirin.

Back to top button