Li Hemayê û Dêre Zorê, di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê nêzî 27 leşkerên hikumeta Şamê û 12 çete hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Miroven ragihand ku li herêma El-Şola ya li çolistana rojava ya Dêre Zorê di enacama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê 7 endamên Dîfa El-Wetnî yên girêdayî hikumeta Şamê hatin kuştin.
Berî du rojan, çeteyên DAIŞ’ê êrîşî deverên hêzên hikumetê yên li rojavayê çolistana Hemayê, kir û 20 leşkerên hikûmetê hatin kuştin.
Her wiha deverên El-Şakûziyê û El-Rehcan ketin jêr kontrola DAIŞ’ê, û ji çeteyan jî 12 hatin kuştin.