Malbata Rêber Apo û girtiyên din: ‘Bi lez’ dixwazin serdana Îmraliyê bikin

Bi daxwaza hevdîtinê, malbata Rêber Apo serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê dan.
Hemwextî vê hewldanên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan jî li dijî tecrîda girankirî a li Îmraliyê didomin.
Hate ragihandin, ji bo rakirina tecrîdê hiqûqnas wê serî li CPT û Wezareta Dadê ya Tirkiyê bidin.

Birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan û parêzerê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Xizmên girtiyên li grava Îmraliyê tên ragirtin jî bi heman daxwazê serlêdan kirin.

Malbatan di serlêdanê de erdhêja ku 4’ê Kanûnê li nêzî gravê pêkhat bi bîr xistin û wiha gotin:

“Ji roja erdhejê heta niha li ser erdheja Marmarayê tê axaftin û vê rewşê li ber fikarên mezin vekiriye.

Girava Îmraliyê jî li ser xeta fayê ya vê erdhejê ye.

Lewra malbat dixwazin bi awayekî lezgîn bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin.”

Li dijî hiqûqnas wê serî li CPT û wezareta dadê ya Tirkiyê bidin

Li aliyê din hewldanên rêxistinên hiqûq û mafên mirovan jî li dijî tecrîda girankirî a li Îmraliyê didomin.

Hate ragihandin gelek Hiqûqnas ji bo hevditîna bi Rêber Apo re wê serî li CPT û Wezareta Dadê ya Tirkiyê bidin.

Têkildarî serlêdanê Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên ‘Ji Bo Azadiyê’ OHD’ê Serhat Çakmak axivî.

Serhat Çakmak diyar kir ji bo CPT berpirsyariya xwe bi cih bîne ew ê çend daxwazên şênber bikin û wiha got:

Daxwaza me ya despêkê wê bibe rakirina tecrîdê.

Ji bo astengiyên li pêş hevdîtina bi malbat û parêzeran re bê rakirin em ê ji wan bixwazin bikevin nav hewldanan.

Em plan dikin çarçoveya vê serlêdana xwe berfireh bikin û serdanên xwe bi rayagiştî re parve bikin.”

Çakmak, ragihand bi heman armancê wê serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî bidin û anî ziman ku wê di vî warî de li hemû parêzerên li welat bangeke wan hebe.

Çakmak destnîşan kir ku pêkanînên li Îmraliyê bandorê li civakê dikin û qala çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dest pê kirî, kir

“Yekane rêya xelasiyê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye.”

Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak dawiyê anî ziman divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe derxîne û got:

“Yekane rêya xelasiyê rakirina tecrîda li Îmraliyê ye.”

Back to top button