Jinên Ciwan ê Helebê li dijî dagirkeriyê meşeke meşaleyî li dar xist

Yekitiya Jinên Ciwan a taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi meşeke meşaleyî tevlêbûna xwe ji bo seferberiya giştî ya piştgiriya berxwedana gerîlayan ragihand.

Meş ji pêşiya hola civînan a beşê Rojava yê Taxa Şêxmeqûsdê dest pê kir, heta qada Cibanat a Rojhilatê Taxê domiya.

Li wir daxûyaniyeka hate dayîn û jinên ciwan di daxûyaniya xwe de xiyaneta PDK’ê şermezar kirin û gotin:

“Ev şer şerê rûmet û şerefê ye. Divê hemû ciwan li gel gerîla bin, bi gerîla re bibin yek, ne ji gerîla ba niha dijmin nasnameya me ya heyî jî ji holê rakiribû, ji bo wê jî divê hemû ciwan tevlî vê seferberiyê bibin.”

Ciwanên Şoreşger ê Amûdê piştgiriya xwe ya pêngavê ragihandin

Tevgera Ciwanên şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê, di çarçoveya pêngava seferberiyê ya li dijî qirkirin û xiyanetê de meşeke bi erebeyan li dar xist.

Meş bi tevlîbûna erebeyên welatiyan ji Qada Jina Azad a li navçeya Amûdê dest pê kir û bi bilindkirina ala PKK’ê di kolanên navçeyê de geriyan.

Pişt re ciwanên Amûdê li ber avahiyan xwe daxûyanî dan û teqezkirin ku ewê li gel gerîla li dijî dagirker û xayînan şer bikin.

Back to top button