Hema roj nîne artêşa dagirker li Bakur û Rojhihatê Sûrî êrişan pêktîne.
Artêşa dagirker careke din gundewarê Şerawa û Şehbayê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh derengiya şevê girê Şehîd Xabûr ê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa, derdora navçeya Til Rifetê û gundê Ayn Deqnê yên kantona Şehbayê topbaran kirin.
Artêşa dagirker topbarana li herêmê berfireh kir û gundê Tinib ê navçeya Şera jî da ber topan.
Artêşa dagirker gundewarê şehba, şêrawa û eyn îsa topbaran kir
Hemwetxî van êrişan artêşa dagirker gundê Cehbel, Mişêfê, xwaringeha Nexîl, rêya M4 ên ku dikevin rojhilatê navçeya Eyn Îsayê jî, bi hawan, obus û muşekan toparan kirin.
Êriş di saetên ber bi êvarê destpêkir heta derengiya şevê domiya û derbarê ziyanên madî û mirovî ti agahiyên piştrast nehatine bidestxistin