Jinên li gundên Navçeya Zirganê, derbarê qutbûna kehrebeyê bi hatina meha rojiyê re bertek nîşandan û destnîşan kir ku ji ber qutbûna kehrebê zehmetiyên xelkê zêdetir bûne.
Jinan gotin: Bila dagirker ji axa me derkeve, pisgirêka av û kehrebê li herêmê çareser bibe.
Dewleta Tirk a dagirker ne tenê bû sedema revandin û kuştinê, di heman demê de û bi xwe re pirsgirêkên mîna qutbûna kehrebe û avê jî anîn.
Li navçeya Zirganê yê kantona Hesekê 40 gund, ev 6 meh in bê kehrebe ne.
Kehrebe ji ber topbarana li ser gundê Menax qut bûye û heta niha jî pirsgirêk nehatiye çareserkirin.
Qutbûna kehrebê li ser jiyana xelkên li gund bûye astengiyeke pir mezin.
Têkildarî vê, jinên li gundê Bab El-Xêr û Bab El-Ferec zehmetiyên xwe anîn ziman.
Nûra Şêxmûs diyar kir ku qûtbûna kehrebê bûye sedema zehmetiyan.
Tûfaha Salim anîn ziman:
Rojiya îsal ji ber nebûna kehrebê û avê pir giran e ji me re.
Daxwaza min ewe ku dewleta tirk ji axa me derkeve.
Dunya Mihemed a ji gundê Bab El-Ferec e jî wiha dibêjê:
Em cilên xwe û zarokên xwe bi destan dişon, êdî ji ber vê nexweşî bi me re çêbûye. Banga min li aliyên pêwendîdar ew e ku hawara me bibihîsin.