NY: Asta tundiya dijî jinan li Tirkiyê metirsîdar e

Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî di raporeke xwe de îşaret bi metirsîdarbûna tundiya li dijî jinan a li Tirkiyê kir û anî ziman ku asta tundiya li dijî jinan li Tirkiyê metirsîdar e û divê ji bo êrişên dewleta Tirk dijî jinên kurd lêpirsîneke taybet bê kirin.

Rûniştinên Mafên Mirovan ên 53’emîn a Konseya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekbûyî NY ku 19’ê Hezîranê dest pê kir, li Avahiya NY ya li Cenevreyê berdewam in.

Di çarçoveya rûniştinan de, Raportor Reem Al-salem, têkildarê tundiya li dijî jinan û zarokan li Tirkiyê raporek weşand.

Rapora ku wê di rûniştinan de li ser bê sekinandin, têkildarê tundiya li dijî jinan a li Tirkiyê ye.

Li Tirkiyê ji 10 jinan 4 rûbirûyî tundiyê dibin

Di raporê de hat destnîşan kirin ku li Tirkiyê hem di warê taybet hem jî di yê giştî de tundiya li jinan tê kirin berdewam e.

Tundiya nava malê li Tirkiyê berbelav dibe.

Her wiha behsa tundiya li dijî jinan a di warê siyasetê de jî hat kirin û hat bibîrxistin ku di kabîneya Serokkomariyê de bi tenê jinek heye.

Zewicandina zarokan bi dilê dewletê ye û zêdeyî ji sedî 26’ê jinan beriya 18 saliya xwe û bêyî dilê xwe tên zewicandin.

“Divê ji bo êrişên Dewleta Tirk li dijî jinên Kurd lêpirsîneke taybet bê kirin”

Di raporê de hat diyarkirin ku di serî de jin û zarok; jinên Kurd, penaber û koçber, di bin rîska rûbirûbûna tundiyê de ne.

NY xwest ji bo êrîşên artêşa Tirk ên li jinên Kurd lêpirsîneke taybet bê kirin.

Û bang li Tirkiyê kir ku bi piştgiriya navneteweyî lêpirsîneke serbixwe û li ber çavan bi rê ve bibe.

Raportorê Taybet Reem Alsalem destnîşan kir ku divê Tirkiye demildest li Peymana Stenbolê vegere û got:

Bi taybetî jinên Kurd li welêt di bin rîska tundiyê de ne.

Em bang li Tirkiyê dikin ku lêkolînê li ser êrişên hêzên artêşa Tirk ên li ser jinên Kurd bike.

NY dijî êrişên Artêşa Tirk ên li ser Jinên Kurd bang lêpirsînekê kir

Back to top button