Zeyneb Murad:Dewletên desthiladar pergala Netewa Demokratîk weke xetere dibînin

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad diyar kir ku hêzên hegemonîk projeya rêber Abdullah Ocalan a netewa demokratîk weke xetereyê li ser xwe dibînin û got:”Divê em di sedsaliya Lozanê de tecrîdê bidin rakirin û yekitiya neteweyî ya kurd bidin avakirin”

Ji Rêber Abdullah Ocalan ku di Girtîgeha Îmraliyê de tê girtin 28 mehin tu agahî nayê girtin.

Ji wê demê heta niha hemû serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bi hinceta cezayên dîsiplînê hatine redkirin an jî nehatine bersivandin.

Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê Zeyneb Murad têkildarî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û yekitiya kurdan de nirxandin kir.

Zeyneb Murad bal kişand ser rol û mîsyona hêzên navneteweyî ya di tecrîdkirina rêber APO de û got:

Bêdengiya hêzên navnetewî ya li hemberî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan rûyê rastiyê yê van hêzan eşkere kir.

Her wiha bêdengiya wan tê wateya erêkirin û hevkariya siyaseta Tirk a ku li hemberî gelê kurd di şexsê rêber APO de dimeşîne.

Armanca dewleta Tirkiye têkbirina vê projeya netewa demokratîk ya rêber APO ye.

Çimkî pergala netewa demokratîk weke xetereyê li ser xwe dibîne.

“CPT beşek ji hêzên hegemonîk e”

Zeyneb bal kişand ser rol û mîsyona CPT û diyar kir ku CPT’î jî beşeke ji projeya dewletên kopmloger e û wiha anî ziman:

CPT beşeke ji vê pergala cîhanî ya hêzên hegomonîk e.

Di vê projeya cîhanî de Amerîka û tevahî hêzên cîhanê hene. Loma CPT’î beşeke vê planê ye.

Ew bi xwe jî baş dizanin ku yekane çareserî kurd in.

“Li dijî tecrîdê divê Yekitiya Neteweyî ya Kurd bê avakirin”

Zeyneb bal kişand ser pêşniyar û nirxandinên rêber APO ên li ser yekitiya neteweyî ya kurd û got:

Her kes dizane tecrîd çiqasî giran bibe dê siyaseta qirker di asta cîhanî de ewqas zêde bibe.

Ji ber wê erka her kesî ye ku gavên cidî biavêjin.

Li dijî tecrîdê divê yekîtiya netewey ya kurd bê avakirin.

“Divê em di sedsala Lozanê tecrîdê rakin”

Zeyneb Murad anî ziman ku ew dizanin desthilata AKP’ê û MHP’ê qanûnan binpê dike û wiha bi dawî kir:

Divê zextên li ser saziyên navnetewî zêde bibin û di sedsala lozanê de tecrîdê rakin.

Divê ku em êdî siyaseta tecrîdê nas nekin, ji holê rakin û dengê xwe bigihînin tevahiya cîhanê.

KNK’ê: Lihevkirina NATO û Tirkiye ya li dijî Kurdan nayê qebulkirin

Back to top button