Dayikên Aştiyê: Gefên li dijî Rêber Apo îradeya me naşkîne

Meclisa Tenduristiyê û Dayikên Aştiyê yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîd û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li CPT′yê kir ku bikevin nava tevgerê.
Koçberên Kampa Waşûkanî jî daxwaza zelalkirina rewşa Rêber Apo kirin.

Li dijî gefên li Rêber Abdullah Ocalan hatine xwarin, çalakiyên gel nasekinin.

Di vê çarçoveya rêzeçalakiyan de, Meclisa Tenduristiyê û Meclisa Dayikên Aştiyê yên li taxên Helebê daxuyaniyên cuda dan.

Daxuyaniya Meclisa Dayikên Aştiyê li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat xwendin.

Dayikên Aştiyê tecrîda girankirî û gefxwarinên li dijî rêber APO şermezar kir û got:

Bêdengiya dewletên Navnetewî li hemberî tecrîda girankirî, hevkariya wan dide nîşandan.

Dixwazin bi van gefxwarinên li dijî rêber APO îradeya me bişkînin, lê tu carî bi ser nakevin.

Îradeya me ji tecrîd û hemû êrişa xurtir e.

Meclisa Tenduristiyê a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tecrîd şermezar kir

Meclisa Tenduristiyê a taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî tecrîda li dijî rêber APO şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku emwextî tecrîdê, gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin ku dewleta Tirk bi hemû şêwazan hewl dide dawî li jiyana wî bîne.

Em bang li NY’ê û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember doza Rêber Abdullah Ocalan de berpirsiyariyên xwe bînin cih û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.

Koçberên Kampa Waşûkanî banga zelalkirina rewşa Rêber Apo kirin

Doh jî koçberên kampa Waşukanî dijî tecrîdê û gefxwarinên dijî rêber ocalan çalakî li darxistin.

Back to top button