Li herêmê Şehîdên 14′ê Tîrmehê hatin bibîranîn

Xelkê bajar û navçeyên herêmê salvegera 41’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê bi merasîman bi bîr anîn.
Şêniyan diyar kirin ku sekna li hember qirkirinên li dijî gelên azadîxwaz ew ê li ser metoda şehîdan bimeşînin û rêya berxwedanê hilbijêrin.

Di salvegera 41’emîn a Berxwedana Mezin ya Rojiya Mirinê a 14’ê Tîrmeha 1982’an de li herêmê çalakî hatin lidarxistin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa li navenda çandê ya li bajêr merasîma bîranînê li dar xist.

Di merasîmê de Hevserokê PYD a Girkê Legê Fûad Sedon axivî û got:

“Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Xeyrî Durmuş greva birçîbûnê 14’ê Tîrmeha 1982’an li Girîtgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ragihand.

Piştre Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akif Yilmaz tevlê bûn, girtîgeh vegerandin qada sereke ya berxwedanê li dijî dewleta Tirk a faşîst.

Sedon berxwedana girtîgehan silav kir û da zanîn ku berxwedana 14’ê Tîrmehê bû rêbaz û têgeha serkeftinê.

Her wiha Şêniyê Dêrikê jî bi heman armacê li navenda Dicle ya Çand û Hunerê merasîma bîranînê li dar xistin.

Endamê meclisê Dêrik Nûbar axivî û diyar kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê têgeha rêveberiya azad û têkoşîna heta serkeftinê belav kir û got:

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna gelên bindest a di rêya azadiyî de, berdewama Berxwedana Girtîgeha Amedê ya 14’ê Tîrmehê ye.

Şêniyên Hesekê jî bi civînekê berxwedana 14’ê Tîrmehê bîr anîn.

Di merasîmê de, kesên axivîn soz dan ku rêça têkoşerên 14’ê Tîrmehê bişopînin û ji bo sekna li hember qirkirinê ya li dijî gelên azadîxwaz rêya berxwedanê hilbijêrin.

Ev der jî navçeya Til Temirê ye, bi heman armancê civînek hate lidarxistin.

Li vir jî Hevserokê PYD’ê Ehemd Heyder şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê bi bîr anî.

Heyder da zanîn ku divê gelê herêm li dijî polîtîkayên dewleta Tirk li ser herêmê û tecrda li dijî Rêber Apo berxwedana xwe bilindtir bikin.

Şêniyên navçeya Çelebiyê ya Kobanê bi rêya semînerekê, şehîdên 14′ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Endamê Komîteya Rêxistinê ya PYD’ê Ebdurehman Şêx Xelef anî ziman ku Berxwedana 14′ê Tîrmehê xwedî nirxekî mezin e.

Ji ber ku fikira mirovahî û demokrasiyê ya ku gavên wê yên destpêkê Rêber Abdullah Ocalan danîne, ava kir û her kesê bi fikra azad bawer be striyek li hember dagirkeran e.

Back to top button