ŞERVANÊN QSD’Ê TUNELEKE ÇETEYÊN DAIŞ’Ê DÎTIN

Şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk li gundekî Dêrazorê tuneleke çeteyên DAIŞ`ê ya xweveşartinê dît.

Di çalakiya dawî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja çarşemê li dar xistibû, tunelek li gundê Sehriya El-Şerqiyê li rojhilatê bejahiya Dêrazorê dît.

Çeteyan ev tunel , ji bo xwe ji êrîşên balefirên koalîsyonê biparêzin, bikar di anîn.

Hêzên QSD’ê 15’ê Gulanê dest bi oparasyoneke berfireh ya li dijî şaneyên razayî yên li herêmê kiribû.

Li gorî daneyên herî dawî şervanên QSD’ê zêdeyî 20 çete girtine.

Tê payîn di derbarê encama oparasyonê de hêzên QSD’ê daxuyaniyekê bidin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihandibû ku piştî têkçûna leşkerî ya çeteyên DAIŞ’ê ew ê dest bi pêngava paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan bikin.

Leave a Reply

Back to top button