Foza Yûsif: Yekane çareseriya şer û krîzan projeya netewa demokratîk e

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusuf derbarê komploya navnetewî, tecrîda li dijî rêber Apo nirxandin kir.Foza Yusuf diyar kir ku careseriya komploya navnetewî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusuf di hejmara nû ya Newaya Jin ya meha Mijdarê geşdanên li Kurdistan û heremê û li Rojhilata Navîn nirxand.

Foza Yusuf di destpêka hevpêvvînê de bal kişand li ser Roja Kobanê ya Cîhanî û got: ”Divê em ruhê Kobanê zindî bikin”.

Foza diyar kir ku siyaseta Rêber Apo di Rojhilata Navîn de dimeşand hişt têkoşîna azadiyê bihêz bibe û wiha anî ziman:

Hebûna Rêber Apo hevsengiyeke siyasî ya gelek xurt bû.

Lê bi Komploya Navnetewî re ne tenê li ser gelê Kurd, li ser tevahî Rojhilata Navîn planek hat pêşxistin.

Foza êrîşên ku niha li dijî herêmê têne kirin bi dewamkirna komployê bi nav kir û got:

Foza Yûsif: Armanca dewleta Tirkiyê tinekirina Rêveberiya Xweser e

Çawa wê demê bi Komployê dixwestin tevgera azadiyê tine bikin, îro jî armanca êrişan heman tişt e.

Armanca dewleta Tirk tinekirin û tasfiyekirina Rêveberiya Xweser e.

Ev jî ne tenê îro, bi êrişkirina li ser Efrîn û Serêkaniyê, bi destekdayîna DAIŞ û Cephet El Nusra pir eşkere derketiye holê.

Foza têkoşîna jinan li herêmê bi bîr xist û da zanîn ku sedema bingehî a êrişên Tirkiyê ew e ku jin di nava vê pergalê de gelek bihêz, azad û aktîv e û wiha dewam kir :

Foza Yûsif: Dewleta Tirkiyê şoreşa jinan ji bo xwe wekî gef dibîne

” Dewleta Tirk xwe li ser zayendperestiyê bi cih dike, pergala jinan, şoreşa jinan ji pergala xwe ya paşverû, kevneperest, olperest-zayendperest re wekî gef dibîne.

Pêwiste jinên azadîxwaz, tevgera jinan a cîhanê li vê destkeftê, li şoreşa xwe xwedî derkevin.”

Foza destnîşan kir ku ji ber ku Kurd li herêmê xwedî bangor in dewleta Tirk a nîjadperest vê ji bo xwe wekî xeteriyekê dibîne .

Endama Desteya Hevserokatiya PYD’ê Foza Yusif bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî

”Eger em dixwazin wekî gel bi rûmet, vîn û azadî bijîn, rêyek vê heye ew jî rastiya gelê şoreşger e.

Rewşek berovajiyê vê dê me bi qirkirin, komkujî û tinebûnê re rûbirû bihêle. ”

Back to top button