Hindistanê bi mîsyona Chandrayaan-3 berê xwe daye Heyvê

Hindistan îro pilan dike ku roketa xwe ya bi navê Chandrayaan-3 bişîne ser Heyvê.
Ger ev yek serketî be wê Hindistan bibe welatê yekem ku li nêzî qutba başûrê Heyvê dadikeve.
Rêveberên hindistnê jî dibêjin wan ji ketina Chandrayaan-2 dersên girtîng derxistine û lewma ew bawer didin ku ev pêngav wê serketî be.

Hindistan îro bi şandina roketeke bi navê Chandrayaan-3, plan dike dakeve ser Heyvê.

Bi vê yekê re Hindistan xwe amade dike ku dîrokê binivîsîne.

Hindistan dixwaze bibe welatê yekem ku diçe Başûrê Heyvê

Ger Chandrayaan-3 serketî be, Hindistan wê bibe welatê yekem ku li nêzî qutba başûrê Heyvê dadikeve.

Yek ji armancên wê yên sereke vedîtina çavkaniyên avê ye.

Di bingehê xebatê de hewil tê dayînê ku ji bo zindiyan bi taybetî mirovan rewşa jiyanê were amade kirin.

Roketa Rûsya di dema daketina li Başûrê Heyvê de biser neketibû

Berî niha jî Rûsyayê hewil dabû ku roketa bi navê Luna-25 bişîne ser Heyvê.

Lê ji ber pirskirêkên teknîkî di dema daketinê de teqiyabû.

Hindistan dixwaze bibe welatê çaremîn ku dadikeve ser Heyvê

Niha jî Hindistan hewil dide bibe welatê çaremîn ku dadikeve ser Heyvê.

Heta niha DYA, Yekîtiya Sovyetê û Çîn, karîne li nêz xeta ekvatorê dakevin.

Di sala 2019’an de jî Hindistanê mîsyona Chandrayaan-2 şandibû ser Heyvê lê bi ser neketibû.

Hemû çav niha li Chandrayaan-3 ye.

Hate ragihandinê ku wê şandina roketê bi awayekî zindî were weşandin.

Tê payîn ku bi mîlyonan kes weşanê temaşe bikin.

Serokê ISRO Sreedhara Panicker Somanath diyar kir ew bawer dikin wê Chandrayaan-3 bi serketî dakeve ser rûyê Heyvê.

Somanath anîziman ku wan ji ketina Chandrayaan-2 dersên girtîng derxistine û tedbîrên pêywîst girtine.

Back to top button