Minbic-Asayîşê 2 belavkarên Madeyên Hişbirê girtin

Hêzên Asayîşê li Minbicê 2 belavkarên Madeyên Hişbirê girtin.

Asayîşê eşkere kir ku her du kes 18’ê Tebaxê li taxa Rêya Bîzarê ya Minbicê hatine girtin.

Her wiha ragihand ku hemû madeyên bi her du kesan re jî ketin destê hêzên wan de.

Rêveberiya Giştî ya dijî Madeyên Hişbir bang li welatiyan kir ku eger kesek bi guman dîtin agahî bidin wan.

Li Hesekê 4 jinên bazirganiya hişbirê dikirin hatin girtin

Back to top button