Dewleta Tirk bi balafirên bê mirov li dijî Wargeha Mexmûrê êrişa hewayî pêk anî.
Balafirên bê mirov a dewleta Tirk a dagirker carek din Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bombebaran kir.
Dewleta tirk li dijî Wargeha Mexmûrê êrişa hewayî pêk anî û raste rast welatiyên sivîl kir hedef.
Agahiyên derbarê êrişê de wê di saatên pêş de werin ragihandin.
Beriya 2 rojan Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan gefa êrîşê li ser Wargeha Mexmûrê xwaribû..
Weke ku tê zanîn ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê dike.