Hêzên Ewlekariya Hindirîn 4 jinên ku bazirganiya madeyên hişbir dikirin, girtin.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn “Asayiş” li ser malpera xwe ya fermî ragihand, Hêzên wan ên li dijî madeyên hişbirê roja 12 Tîrmehê, 4 jinên ku li bajarê Hesekê madeyên hişbirê difirotin, girtin.
Li bendeka kontrolê bi van jinan re, 29 kefên heşîşê yên bi giraniya 5 hezar û 865 gramî, hatin desteserkirin.
Di çarçoveya lêpirsînê de li xwe mikur hatin û ji bo tedbîrên pêwîst derbarê wan de bên girtin, ji Dozgeriya Giştî re hatin şandin.
Rêveberiya Giştî ya dijî madeyên hişbirê bang li welatiyan kir, eger çalakiyek biguman a belavkirin, bikaranîn û firotina madeyên hişbirê bibînin, nêzîktirîn xala ewlehiyê agahdar bikin.