Efrîn-Çeteyan welatiyek li hember 2300 dolarî berda

Tevî bangên ku têne kirin jî ne-rêxistinên hiqûqî û ne jî yên mirovî deng ji xwe nayînin û hovîtiya li Efrînê bi dawî nakin.
Welatiyek revandî, li hember dayîna 2 hezar û 300 dolarî hate berdan.

Welatiyê bi navê Hesen Hemo ê ji gundê Kîmarê 12 Tebaxê; li ser benda kontrolê ya têketina Efrînê hatibû revandin.

Çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin, îro Hemo li hember 2 hezar û 300 dolarî fidye berdan.

Çeteyan ji bo berdana Heysem Cafer doza 3000 dolar fidye li malabatê kiriye

Her wiha heman çeteyan ji bo berdana Heysem Cafer ê ji Gaziyê ku 2’ê Tebaxê hatibû revandin doza 3 hezar dolar fidye li malbata wî kirine.

Piştî ku Cafer tê revandin jî, çete zarok û hevjîna wî ji mal derdixin û dest datînin ser mala wî jî.

Ji xwe ji dema dagirkirina Efrînê komên çete bi hincetên bê bingeh welatiyan direvînin da ku li ser berdana wan fidyeyan bigrin.

Back to top button