Li Wanê efserekî Tirk dest avêt zarokek 17 salî

Li Wanê, du kesan ku yek ji wan leşkerekî Tirk e dest avêtin zaroka 17 salî N.A.

Piştî ku gilî hate kirin biryara girtina tecawizkaran hate dayin.

N.A. ya 17 salî ku birayê wê tundî lê dikir, telefona xwe ya destan firot û li wargeheke dewletê ma.

N.A. ku ji bo ji tundiya birayê xwe yê ku madeyên hişbir bi kar dianî rizgar bibe, ji malê derket, vê carê kesekî ji Wanê yê bi navê A.P. û efser T.A. nas kir.

Her du kesan dest avêtin N.A.

Piştî ku N.A. êrişa lê hate kirin ji malbata xwe re got, li Dozgeriya Komarê ya Wanê gilî kir.

N.A. diyar kir ku efser ê bi navê T.A. jî ew biriye mala xwe û piştî ku alkol bi wê da vexwarin dest avêt wê.

Li ser îfadeya N.A. Dozgeriya Komarê biryara girtina kesê bi navê A.P. da.

Lê têkildarî efserê bi navê T.A. tenê biryara destpêkirina lêpirsînê da.

Back to top button