“Divê civaka navnetewî dawî li sûcê dewleta Tirk bîne”

Dewleta Tirk bi qutkirina ava çemê Firatê zirareke mezin li şêniyên Hesekê û mûsima çandiniyê kiriye. Berpirs û cotkaran bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û dawî li sûcên Tirkiyaya dagirker bîne.

“Ji ber qutkirina ava Elok, Xabûr û Firatê bîrên me giş çikiyan, ev yek hişt ku hemû çandiniya me ber telef herin.

Ji ber van sûcên dagirkeran, gelek Asûr ku debara xwe ji çandiniyê didîtin, koç bûn.

Heta bi ava vexwarinê em ji bajêr tînin.

Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da para Sûrî ji ava çemê Firatê berde.

Bi rastî em bi kereseteke mirovî re rû bi rû ne.

Dewleta Tirk avê weke çekekî şer li dijî cîranên xwe bi kar tîne.

Bi qutkirina avê re, ew peymanên navnetewî binpê dike.

Niha jî wî çekî li dijî Sûriye û Iraqê û hin dewletên din bi kar tîne.

Gelek cotkarên ku zeviyên wan li ser beravên çemê Firatê bûn, dev ji erdên xwe berdan.

Sûzan Şakir: Hevseroka navenda kehrebeyê ya Hesekê

Ev serê 6 mehan e ku dewleta Tirk ava çemê Firatê ji ser me qut kiriye.

Ev yek jî bandor li çandinî, kehrebe, masîvan û ava vexwarinê jî kiriye.

Em li herêma Cizîrê debara xwe li ser çandiniyê dikin, lê cotkar ji ber qutkirina avê zehmetiyan dikşînin.

Em bang li hemû aliyên pêwendîdar dikin ku sînorekî ji van sûcên dewleta Tirk re deyînin.

Back to top button