Serokwezîrên Iraq û Misirê li Qahîreyê civiyan

Di navbera Iraq û Misirê de, trafîkek zêde ya danûstandinan heye.
Serokwezîrê Iraqê Sûdanî serdana Misirê kir.
Sudanî di serdanê de peymanên nû li gel rêveberiya Qahîreyê îmze kir.

Derbarê civînê de ofîsa serokwezîrtiya Iraqê daxuyaniyek belavkir.

Di navbera Bexda û Qahîreyê de peymanên nû

Li gorî daxuyaniyê di civîna Sudanî ya bi serokwezîrê Misrê Mistefa Madbulî de, behsa berfirehkirina alîkariyên her dû aliyan û mezinkirina bazirganiyê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin;

“Misirê piştgiriya xwe ya ji bo şerê dijî terorê dubare kir, ji bo parastina ewlekarî û aramiya welat jî pesnê Iraqê da.

Serokwezîrê Misirê behsa giringiya kar û hevkariyên du alî yên di navbera Iraq û Misrê de ya ji bi bandorên krîz û pirsgirêkên din kir.

Behsa daxwaza hikumet Misirê ya ji bo avêtina gavên cidî û berçav kir.”

Gorî daxuyaniyê Iraq û Misirê bi hevre di gelek waran de peyman îmzekirine.

Doh Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî serdana Misrê kir û bi serokwezîr û serokomarê Misrê re civiya bû.

Back to top button