Ferîde Alkan: Di erdhejê de hat dîtin ku dewlet dijminê civakê ye

Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan der barê Erdheja li Bakurê Kurdistanê de çêbû axivî. Ferîde Alkan bal kişand ser hewldanên dilxwazan ên piştî erdhejê seferber bûn û got, “Gerîla artêşa dilxwazan e. Bi dilxwazî jiyana xwe ji bo civakê, gel û bi milyonan mirovên zilm li wan têne kirin, feda dikin.”

Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan têkildarî erdhejê û bûyerên di vê demê de qewimîn ANF’ê axivî.

Ferîde Alkan destnîşan kir ku divê were zanîn, ya bûye sedema felaketa erdhejê, dewlet bi xwe ye û got:

Divê mirov bi vê rastiyê zanibe û bi vê têgihiştinê karê mirovî bikin.

Ferîde anî ziman ku di demên bi vî rengî de bi şênberî hate dîtin ku dewlet çawa dibe dijminê mirov û civakê û wiha anî ziman:

Di erdhejên Elbistan û Bazarcixê de rûyê rast ê dewletê bi şênberî eşkere bû. Bi vê felaketê re careke din hate dîtin ku mirov tenê bi civakê heye, bi vî rengî dikare li ser piyan bimîne û birînên xwe bipêçin. Civak, jiyana bi hev re, piştevanî û hevkarî nebe nabe.

Ferîde Alkan: Di erdhejê de aliyê şoreşger ê civakê hate dîtin

Fermandar Ferîde Alkan diyar kir ku di seferberiya mezin a dilxwazan de aliyê şoreşger ê civakê hate dîtin û wiha bi lêv kir:

Careke din hate dîtin ku şoreşgerî ew helwest e ku hestên mirovî, hişmendiya berpirsyariyê, rabûna li ber neheqiyê ye.

Sekna herî kûrbûyî û şênber a vê yekê jî gerîlatî ye.

Gerîla û şoreşgerî pênaseya wê yekê ne ku ji bo mirovahiyê bi alîkariyê ve gihîştin, ji bo cîhaneke wekhev xwe ji bo civakê, gelan û mirovahiyê feda kirin.

Ferîde Alkan: Gerîla dilxwaziya bêdawî ye

Ji fermandarên YJA Starê Ferîde Alkan di dawiyê de got:

Ji ber astengiya dewleta faşîst weke gerîla me nekarî bi alîkariyê ve bên.

Lê belê bi alîkariya bi sed hezaran mirovên me yên dilxwaz em kêfxweş bûn.

Me careke din dît ku eger ev potansiyela şoreşgerî ya mezin her timî bibe, wê pêvajoya Tirkiya demokratîk û Kurdistana azad destpê bike.

YJA Star: Em bi berxwedanê 8’ê Adarê pêşwazî dikin

Back to top button