Li Îranê jehrîdana xwendekarên keç!

Sê mehin ku li dibistanên Îranê li dijî xwendekarên keç êrişên jehrî kirinê heye.
Heta niha bi hezaran xwendekar bi hatine jehr dan.
Her çiqasî desthildata Îranê îdiayên li hember xwe red dike, lê nekariye berpirsan jî derxe holê.
Şahidên bûyerê dibêjin berpirs li hember mijarê ne cidî ne.

Bêtirî sê meha ye li Îranê bûyerên jehirbûna xwendekarên keç di rojevê de ye.

Li Îranê ev yek weke êrişên kîmyayî tê binavkirin.

Heta niha jî dewleta Îranê nekariye pêşî li jehrîkirina xwendekaran bigire.

Taybet jehrîkirina xwendekarên keç jî fikarên heyî zêdetir dike.

Bêtirî 2 hezar xwendekar bi jehrê ketine

Li dehan dibistanên li bajarên cudan ên Îranê xwendekar bi jehrê ketine.

Heta niha di nava 100 rojan de bêtirî 2 hezar xwendekar bi jehrê ketine.

Li 6 eyaletên Îranê bûyera jehrîkirina xwendekaran

Her wiha li 6 eyaletan bûyerên nû hatin dîtin.

Rêxistina mafên mirovan Hengawê jî ragihand, doh hejmarek ji xwendekarên keç careke din bi jehrê ketine.

Di heman demê de medyaya Îranê jî behsa jehrîkirina xwendekaran li dibistanên, bajarê Tebrîz û gunewarên wê kir.

Serokê zanîngeha zanistên bijîşkî ya Zencanê Hesen Bextiyarî jî li wê yekê mukul hat ku heta niha jî li gelek dibistanan mijara jehrîkirina xwenekaran dewame.

Li gorî agahiyên ku li ser torên medya civakî hatine parvekirin roja Yekşemê herî kêm 5 dibistan li Ehwazê rastî êrişa kîmyayî hatin.

Rêveberê Zanîngeha Ehwazê jî ev yek piştrast kir û 4 kes rakirine nexweşxaneyê.

Xwendekarên dibistanê jî têkîldarî êrişên hêzên dewletê axivîn û gotin:

“Berpirsên dibistanê bûyerê cidî nagirin”

“Hemû xwendekar li hewşa dibistanê hiştibûn û bi giranî zextên xwe li ser me didomandin, ji ber hewa qirêj a nav dibistanê rewşa gelek kesan xirab bû.

Hinek ji wan lingên wan sist bibû û nedikarîn xwe li ser piyan bigirin.

Her wiha gelek kes jî di nav êşê de mabûn.

Lê berpirsên dibistanê bûyer cidî negirtin.”

Hêjayî gotinê ye ku heta niha gelek malbat hewil didin xwe bigihînin zarokên xwe lê berepirsên dibistanê rê nedane wan.

Hêzên dewletê rê nadin malbat zarokên xwe bibînin

Li aliyê din li gorî agahiyên ku têne parvekirinê dewleta Îranê, kesên ku radikine nexweşxaneyê, piştî tedaviyê wan bi şert û mercan ji nexwaşxaneyê derdixin.

Dewlet dixweze xwendekar bêdeng bimînin

Ew jî divê xwendekar bûyerên rûdayî bi ti awayî ji kesekî re nebêje û parve nekin.

Xamênêyî bûyer jehrîkirinê weke karê dijmin pênasekir

Li aliyê din îro serokê olî yê Îranê Elî Xameneyî têkîldarî vê mijarê daxuyaniyek da.

Xameneyî careke din îdia kir ku ev yek karê dijmine û ti têkliya wê bi deshilatê re nîne.

Xameneyî îdia kir ku ev bûyer bi destê hêzên ji derve pêk tên.

Lê welatiyên Îranê diyar dikin ku ev pilanên dewletê ye.

Li dijî xwendekaran şerê taybet dimeşînin.

Back to top button