Welatên NY li ser parastina zindiyên li deryayê giştî lihev kir

Welatên endamên NY ji bo parastina cûreyên biyolojîk yên li sînorê deryayên giştî lihev kirin.
Lihevkirin piştî danûstandinên salan pêk hatin.

Li sînorên deryayî yên vekirî, ji ber xemsarî û qirêjiyê gelek cureyên zindiyê li ber tunebûnê bûn.

Welatên endamên Neteweyên Yekbûyî NY ji bo pêşîgirtin û parastina zindiyan bisalane li rêbazek çareseriyê digerin.

Li bajarê New Yorkê piştî 40 saetan ji danûstandinan lihevkirin pêk hat.

Peymana ku ev nêzî 20 sal in di bin lêkolînê de ye, armanc dike ku cihêrengiya biyolojîk ji derveyî hiqûqa deryayî ya neteweyî ya welatan biparêze.

Peyman ji sêyan duyê sînorên deryayî li nava xwe digre.

Ji ber guherîna avhewayê, nêçîra zêde û trafîka keştiyan bandoreke neyînî li cihêrengiya biyolojîk dike.

Tevî li gorî peymanê wê nêçîra masîgiran sînordar bike, wê li ser kanên deryayî, rêyên veguheztina derya û çalakiyên lêgerînê jî sînordar bike.

NY peymana parastina deryayê pîroz kir

Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres derbarê peymana axivî û peyman pîroz kir.

Çarçoveya qanûnî ya ku 193 welatan li hev kirine, tê çaverêkirin ku bi fermî li NY were pejirandin.

Piştî wê, welatên NY wê biryarê bidin ka dê bibin alîgirê peymana ku ji bo îmzekirinê were vekirine yan na.

Zehmetiyên li pêşiya peymanê

Lêbelê li pêşiya peymanê hinek zehmetî hene.

Ya herî sereke ya van xalan li ser sepandin û fînansekirinê ye.

Ji bilî vê, pirsgirêka çawaniya parvekirina bi awayekî adil çavkaniyên genetîkî yên deryayî û qezenca ku ji wan tê bidestxistine.

Ji ber parvekirina van çavkaniyan welatan tîne pêşberî hev.

Back to top button