Li Lozanê têkîldarî tecrîdê stand hat vekirin

Li Lozanê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de stand hat vekirin.
Di standê de pergala êşkenceya li Îmraliyê hat şermezar kirin.

Li Swîsreyê çalakiyên di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de dewam dikin.

Ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê ve stand hat vekirin.

Di tevahiya çalakiyê de têkîldarî pergala êşkenceya li Îmraliyê agahî hatin dayîn.

Ji aliyê aktivîstan ve danezan û her wiha pirtûkên rêber Apo yên li Girtîgeha Îmraliyê nivîsandine yên bi zimanê Fransî û Îngilîzî hatin belav kirin.

Back to top button