Mîhrîcana Rojava di roja duyemîn de dewam kir

Roja duyemîn a 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê bi semînerên der barê helbestên Cegerxwîn, gotina helbestên Kurdî û pêşandana filmekê bi dawî bû.

Rêzeçalakiyên 9’emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê ya ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê birêxistinkirin di roja duyemîn de ye.

Mîhrîcaran “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” li Qamişloyê bi amadebûna endamên saziyên rewşenbîrî, nivîskar û helbestvan dewam dike.

Di çalakiya îşev de qala helbestên Cegerxwîn hate kirin û hate gotin:

“Welatparêziya wî dihişt ku hunera helbestê di hin cihan de nemîne, gotinên gelêrî û dema fermanî pir bi kar tanî.”

Her wiha kesên ku axivîn diyar kirin ku Cegerxwîn di helbestên xwe de pesnê xwezaya Kurdistanê dide, pê dixwest gelê Kurd rake ser piyan.

Piştre di nava şevbuhêrkeke helbestî de helbestên bi zimanê Kurdî hatin gotin.

Rêzeçalakiyên mîhrîcanê wê heta 28’ê Kanûnê dewam dikin.

Li Qamişlo 9. Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê dest pê kir

Back to top button