Li parêzgeha Kerkûkê di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, 3 leşkerên artêşa Iraqê hatin kuştin.
Êriş şeva borî li dijî baregeheke leşkerî ya artêşa Iraqê ya li devera Wadî El-Neft ku 25 KM li rojavayî Kerkûkê ye, pêk hat.
Ji leşkerên hatine kuştin, 2 efser in, her wiha 4 leşkerên din jî di êrîşê de birîndar bûne.
Hikumeta Iraqê sala 2017’an, dawîanîna DAIŞ’ê li ser erdê ragihand û ji wê demê ve, çete bi awayekî veşartî tev digerin û plana êrîşan dikin.
Berpirsyarekî leşkerî yê Iraqê, adara borî ragihandibû, li Iraqê di navbera 400-500 çeteyên DAIŞ’ê hene.