Şêniyên navçeya Til Temir bi merasîmekê 53 şehîdên mehên Adar, Nîsan û Gulanê ku di dem û cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.
Merasîm, li Hola Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê hate lidarxistin.
Bi dehan şênî, malbatên şehîdan û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê beşdar bûn.
Di merasîmê de, kesên axivîn sersaxî ji malbatên Şehîdan re xwest û diyar kirin ku bi saya fikrê Rêber Ocalan, planên dijmin ên li dijî herêmê têk çûn.
Hat destnîşan kirin ku gel, dê bi rêya biratiya gelan heta pêkanîna wekhevî, edalet û avakirina welatekî demokrat bişopînin.
Her weha soza şopandina riya şehîdan hat dayîn.
Dawiya merasîmê, sinevizyonek têkildarî wêneyên 53 şehîdan hat pêşandan.