Îro jî li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êrişên dagirkeriya Tirkiyê hebûn.
Ji şehba û şêrawa, navçeya Til Rifat û Eyn îsa gelek gund dan ber topan.
Artêşa Tirk a dagirker seatên piştî nîvro gundê Bêlûniyê û derdora navçeya Til Rifat ya girêdayî herêma Şehbayê topbaran kirin.
Dagirkeran gundê Soxanekê û Bênê yên Şêrawa topbaran kirin
Di heman demê de jî, daristana gundê Soxanekê û derdora gundê Bênê ya navçeya Şêrawa a herêma Efrînê topbaran kirin.
Gor agahiyên nûçegihanên me, zêdetirî 40 guleyên obîs û hawanan li van gundan ketin.
Dagirkeriya Tirk kampa kevin a Eyn Îsa û rêya M4 topbaran kirin
Ne tenê ev, her weha dewleta Tirk a dagirker bi obûsan êrîşê kampa kevin ya Eyn Îsa û rêya M4 kir û da ber topan.