Cenazeyê Arasan li Qendîlê bi merasîmekê hat veşartin

Cenazeyê Huseyîn Arasan îro ber bi Qendîlê ve hate şandin û bi merasîmekê hate veşartin.
Di merasîmê de carek din bang li hikûmet PDK û YNK û hemû aliyan hate kirin ku kujeran derxin holê û ewrin ceza kirin.

9’ê Hezîranê li Silêmaniyê ji aliyê MÎT’a Tirk ve êrişek çekdarî pêk hat.

Di encamê de endamê Komeleya Karkerên Mezopotamyayê Huseyîn Arasan şehîd bû.

Îro Cenazeyê Huseyîn Arasan ji Morga Saziya Tiba Edlî hat girtin.

Ji bo merasîmê cenazeyê Arasan birin Mizgefta Ehmedî Hacî Elî.

Piştî karwanê şehîd gihişt mizgeftê li wir merasîmek hat lidarxistin.

Bi navê komeleyê Mûsa Xalid daxuyanî da ..

Mûsa Xalid bal kişand ser terora dewleta Tirk û got:

“Divê demildest kujer bên dîtin û hesab ji wan bê xwestin.”

Piştre jî li ser navê KNK’ê Dr. Şêrko Heme Emîn axivî û êrîş şermezar kir.

“Em ê têkoşîna şehîdan heta serkeftinê bidomînin”

Piştre li ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûslîm Kaplan axivî û got:

Ew dijminên dixwazin me ji rêxistinê dûr bixin, bila baş bizanin, em li ser rêya rast a şehîd in.

Armancên şehîd armancên Kurdan e.”

Kaplan diyar kir ku ew ê têkoşîna şehîdan heta serkeftinê bidomînin û bang li hikûmet, PDK, YNK’ê û hemû aliyan kir ku pêşî li van teroran bigrin û kujeran derxin holê.

Piştî axaftinan cenazeyê şehîd bi dirûşmeyan spart axê.

Şîn, sibe di saet 10:00’an heta 17:00’an li ber Komeleya Karkerên Mezopotamya tê qebûlkirin.

Cenazeyê Huseyîn Arasan wê Qendîlê bê veşartin

Back to top button