Dêrik-Kongra Star derbarê şerê taybet civînek li dar xist

Kongra STAR li navçeya Dêrik a Qamişlo civînek ji jinan re lidar xist.
Di civînê de Îlham Ehmed amade bû û got: Divê jin li hember şerê taybet hevgirtina xwe xurtir bikin.

Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya Dêrikê bi armanca hişyarkirina jinan ji xeteryên şerê taybet hate lidarxistin.

Di civînê de seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokrtatîk MSD’ê Îlham Ehmed axivî û got:

“Şerê taybet di radeya yekemîn de ziyanê dighîne jinan, ji lewra em dibînin ku bûyerên xwekuştinê di civakê de zêde bûye.”

Îlham Emed bal kişand rola komîn û saziyên xizmetguzarî di hişyarkirina jinan ji xetereyên şerê taybet de kir û anî zimanÎ:

“Civak bi fikir û têkoşîna jinan ji feraseta desthilatdariyê û perglên destpotî rizgar dibin, ji ber vê yekê divê rê neyê dayîn ku jin bikevin xefka şerê taybet.”

Seroka MSD’ê Îlham Ehmed bang li tevahî jinan kir ku bi hevgirtin û zanînê pirsgirêkên xwe çareser bikin û li hember şerê taybet bisekinin.

Her wiha jinên beşdar jî gotin ku ew ê li hember hemû kesên ku hewl didin îradeya wan bişkînin, rabin û hevgiritna xwe xurt bikin.

Back to top button