Desteya Tenduristiyê: Li herêmê 75 kesên din bi Corona ketin

Vîrûsa Korona li herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê belav dibe. Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser daneyên pêketiyên bi vîrûsê ên nû eşkerekir. Li aliyek din jî, Komîteya Tenduristiyê ya Dêra Zorê bang li şêniyan kir ku xwe vîrûsa corona biparêzin û tedbîrên xwe bigirin.

Vîrûsa korona hîn bi dawî nebûye û roj bi roj zêdetir dibe..

Îro Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê daneyê nû ên pêkhateyê bi vîrûsa koronayê eşkerekir.

Hate diyarkirin ku 75 kesên din bi vîrusê ketine ji wan 38 mêr in û 37 jin in, her wiha 10 kes ku bi koronayê ketibûn, baş bûne.

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku ji ber korona 2 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya Desteya Tenduristiyê, hejmara kesên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusê ketine, gihaşt 37 hezar û 35 kesan,,

Ji wan hezar û 480 kes mirine û 2 hezar û 508 kes jî baş bûne.

Back to top button