Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi peyamekê 8’ê Adarê pîroz kir û got:
“Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin û sedsala 21’ê bikin sedsala jinê.”
Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) jî bi daxuyaniyekê tekez kir wê civak bi pêşengtiya jinan bigihêje azadiyê.
Fermandariya Biryargeha Navendî ya Yekîneyên Jinê yên Azad YJA Starê 8’ê Adarê Roja jinan a Cîhanî bi peyamekê pîroz kir.
Destpêka peyama xwe YJA Star got: “Em bi berxwedan û piştevaniya jinê, bi berxwedana mirovahiyê ya serdemê, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî pêşwazî dikin.”
YJA Star anî ziman ku sedema karesatên herî mezin ên dîrokê, hişmendiya dewleta mêr e ku civak û jin anîne ber karesatê û got:
“Têkoşîna me ya berxwedanê ya bênavber li dijî dewleta Tirk a faşîst di xeta Gerîlaya Modernîteya Demokratîk de ber bi serketinê ve diçe.
Em soz didin ku em ê azadiya jinan hemûyan bi taybetî azadiya Rêberê xwe misoger bikin.”
YJA Star: Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê
Dawiya peyama xwe Yekîneyên Jinê yên Azad YJA Starê ev got:
“Em hêzên YJA Starê tekez dikin em ê di nava her şert û mercî de bibin dengê gelê xwe, berxwedana jinê û serketina jiyana azad pêk bînin.
Em ê bi şer bi ser bikevin û sedsala 21’an bikin sedsala jinê.”
PAJK: Wê civak bi pêşengiya jinan bigihêje azadiyê
Bi heman boneyê Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) jî daxuyaniyek da.
PJAK’ê got:
“Parastina şoreşa jin, jiyan, azadî û berdewam kirina wê ta serkeftinê, ji bo hemû ferdên civaka Rojhilatê Kurdistan û tevayî gelên Îranê giringiyek xwe ya taybet heye.
Ev şoreş destpêka demsaleke nû ya têkoşînê û destpêka guherînek bingehîne li Îranê ye.”
PAJK tekez kir ew ê heta gihiştina azadiya hemû jinan ew ê xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin û dawiyê ev peyam da:
“Pêwîst e em hemû baweriyek xurt bi destkeftiyên mezin ên şoreşa ‘Jin, jiyan, azadî’ bînin.
Em meşaleya têkoşînê di roja cîhanî ya jinan de bilindkin.
Bê guman wê civak û jîngeh bi pêşengtiya jinan bigihe azadiyê.”