DAIŞ’ê 3 kes li Sînaya Misirê kuştin

Li Misirê jî, DAIŞê bi guleyan, dawiya 3 kesan anî.

Ev tevgera DAIŞê helbet li gelek deverên din jî tê dîtin..

Li Sînaya Misirê, DAIŞê sûcekî xwe bi rêya vîdeyokê li ser malpera xwe weşand.

Tê de, Misiriyekî Qubtî ku kêmneteweke Afrîkî ye û 2 kes ji eşîra El- Terabîn a xwecihî, bi fîşekan tên kuştin.

Ev kesê Qubtî berî 6 mehan ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin.

13 Mijdara 2014an, bi serkêşiya koma bi navê Ensar Beyt el-Meqdis, DAIŞê hebûna xwe li Sînaya Misirê ragihand.

Back to top button