QSD: 6 Çete li Hesekê û Dêra Zorê hatin girtin

Di çarçoveya têkoşîna QSD’ê ya li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê de, şervanan li gundên Hesekê û Dêra Zorê, 6 çeteyên DAIŞ’ê girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku wan bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navnetewî, 2 operasyonên hevbeş li dijî şaneyên DAIŞ’ê pêk anî.

QSD’ê diyar kir ku operasyon 18’ê Nîsanê li bajarokê Mergeda ya Hesekê û El Hiwayic ya Dêra Zorê pêkhat.

Di encamê de, çeteyek li bajarokê Mergede û 5 çete li El Hiwayic ya Dêra Zorê hatin girtin.

Her wiha çekên teqemeniyê jî ketin destê şervanan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku 17’ê Nîsana jî QSD’ê çeteyekî şaneyên DAIŞê li bajarokê Şihêl ê Dêra Zorê, girtibû.

Back to top button