Medya Rosan: Paradîgma Abdullah Ocalan ji bo min çareserî ye

Endama Yekîtiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) Medya Rosan da zanîn ku armanca pêngava cîhanî azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalane û pêkanîna aştiyê ye û got: Paradîgma Abdulah Ocalan ji bo min riya çareseriyê ye. Tu hêz êdî nikare fikr û raman bide sekinandin.

10’ê Cotmeha borî li 74 navendên cîhanê pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd Çareseriya Siyasî” destpêkir.

Di roja 27’an a pêngavê de ji her derê cvîhanê piştgirî ji bo pêngavê tê.

Endama Yekîtiya Jinên Kurdistan-Elmanya (YJK-E) Medya Rosan der barê helwesta Almanya ya li dijî tecrîdê û pêngavê de ji JINNES’ê re axivî.

Medya Rosan daxuyakirin ku tecrîd li gorî hiqûqa navneteweyî û qanûnên Tirkiyê binpêkirina maf e û wiha got:

Abdullah Ocalan 25 sal e ji mafên xwe bêpare.

Ev binpêkirina maf nayê qebûlkirin.

Yekem welatê tecrîd li ser Abdullah Ocalan pêk anî Almanya bû.

Li Almanyayê tu nikarî behsa rewşa Abdullah Ocalan, binpêkirinên mafan yên Tirkiyê û qirkirinan bikî.

Doza ceza tê vekirin. Ji tecrîdê re çarçoveyek qanûnî xêz kirine.

Medya destnîşan kir ku desthilatdarî ji paradîgma Rêber Apo nerehet dibin û wiha anî ziman:

Abdullah Ocalan felsefeya jiyanê pêşkêş kir.

Vê jî hêzên hegemon nerehet kiriye.

Planên ji bo Rojhilata Navîn hatibûn xêzkirin serobino kir.”

Paradîgma Abdullah Ocalan ji bo min çareserî ye.

Li Almanyayê gel hevkariya dewletan qebûl nake.

Medya Rosan da zanîn ku armanca pêngavê azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalane û pêkanîna aştiyê ye û wiha dawî lê anî:

Tu hêz êdî nikare fikr û raman bide sekinandin.

Em ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez biserkevin.”

Back to top button