Li Til Temirê 3 çeteyên artêşa dagirker hatin kuştin

Çeteyên artêşa dagirker dema hewildan mezreyeke li bakur rojavayê Til Temirê dagir bikin, mayînek bi wan ve teqiyaye û di encamê de 3 çete hatin kuştin.

Li gor ajansa Hawarê komek çeteyên dewleta Tirk piştî nîvro dema hewildan ku mezreyeke di navbera gundê El-Derdare ya li bakur rojavayê Til Temirê û nuqteya Çêlekan de ye ku hêzên Rûsya lê bi cih dibin, dagir bikin.

Di dema hewldana çeteyan de mayînek bi wan ve teqiya. Di encam de hate ragihandin ku 3 çete hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Piştî vê hewldana çeteyan, hêzên Rûsya wekî navbeynkar destwerdan kirin da ku rê bidin dagirkeriya Tirk ku cenazeyên çeteyên xwe ji herêmê bibe.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker cenazeyên her sê çeteyan birin, gundê El-Derdare yê li bakur rojavayê Til Temirê li ser rêya navçeya Zirganê û derdorê baregeha Rûsyayê topbaran kir.

Back to top button