Alava fezayê a NASA li gerstêrka sor Marsê danî

Alava Fezayê a NASA ya Emerîkayê piştî rêwîtiyeke 7 mehan li Marsê danî. Alav wê li ser Marsê li şopan bigire ka berê lê jiyan hebûye an na.

Alava Fezayê a Daîreya Feza û Hewavanî ya Netewî a Amerîkayê (NASA) Perseverance di çarçoveya rola xwe ya “Mars 2020” de bi 20 kamera û helîkoptereke piçûk li ser Gerstêrka Sor Marsê danî.

Perseverance wê li Marsê li şopan bigire ka berê lê jiyan hebuye an na.

Swatî Mohan yê ku operasyon bi rêve dibir ragihand ku daketina li ser Marsê bi serketî pêk hatiye.

Piştî ku hat ragihandin daketin bi serketî pêk hatiye xebatkarên NASA’ê pîrozbahî pêk anîn.

Piştî ku Perseverance li ser Marsê danî wêneyên reş û spî yê rûyê Marsê kişand.

Serokê Emerîkayê Joe Biden jî li ser hesabê xwe yê twîtterê rayedarên NASA’yê pîroz kir û danîna ser Marsê weke dîrokî pênase kir.

Biden di peyama ku li ser mijarê parvekirî de wiha got, “Îro hêza zanistê û hêza afrîner ya Emerîkayê nîşan da ku her tişt pêkan e.”

Back to top button