Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 5 kes bi Coronayê mirin û 236 kes jî pêketin

Li rex qedexeya giştî ya sepandî jî, li herêmê 236 rewşên din ên vîrûsa Coronayê hatin tomarkirin..

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de 236 kes nexweş ketine û 5 kesên din jiyana xwe ji dest daye.

Desteyê her wiha diyar kir ku 3 kes ji vîrûsê rehet bûne.

Heta niha 11 hezar û 769 kes li herêmê nexweş in, ji wan
415 mirine û hezar û 354 jî baş bûne.

Back to top button