Artêşa Cezayrî, 22 çeteyên girêdayî el-Qayîdê bi operasyoneke mezin ya leşkerî, girtin.
Televîzyona hikumî duh êvarî, ragihand ku Artêşa Cezayrî toreke terorîst ku li gelek parêzgehan çalak bû û ji 22 çeteyî pêk dihat, girt.
Agahiyên der barê van çeteyan de, di dawiya meha Adarê de ji artêşa re hatibûn û li ser vê bingehê operasyon pêk hat.
Li gorî televîzyona Cezayîrê, ev çete li xwe mukur hatin ku ew girêdayî el-Qayîdê ne û dizî û êrîşên çekdarî li dijî xelkê dikir. Her wiha çek, şûr û satore bi wan re hatin dîtin.