Desteya Rûspiyan: Beşdarên ‘Kombûna Eşîrên Sûriyê’ leşkerên ajandeyên dewleta Tirk in

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyekê diyar kir ku kesên li Serê Kaniyê li ser navê Eşîrên Sûriyê kom dibin tenê nûnertiya xwe dikin û got, ”Armanca wan sorkirina gel li dijî Rêveberiya Xweser û QSD’ê ye.”

6’ê Nîsanê li gundê Idwaniyê yê Serêkaniya dagirkirî komeke kesên ku îdia kirin ew rûspiyên eşîrên Ereban ên Sûriyê ne li hev civiyan.

Wan kesan îdia kir ku ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ parêzvana şoreşê ye û meclisa eşîran piştgiriya wê dikin.

Her wiha xelkê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tawanên bêbingeh tawanbar kiribûn..

Têkildarî mijarê Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dauxyaniyek nivîskî da..

Desteyê teqez kir ku ew kom li gorî berjewendiya dagirkeriya Tirk rastiya berovajî dike û ev tiştî got,

“Tiştên ku di daxuyaniya wan kesan de hatine gotin, derew û bê bingeh in”.

Desteya Rûspiyan diyar kir ku mîna van civînan bandorê li hevgirtina nîştimanî û projeya li herêmê nake.

Desteyê got, ”Beşdarên civînê tenê nûnertiya xwe dikin û ew kes ajandeyên dewleta Tirk in ên ku dixwazin axa Sûriyê dagir bikin..

Her wiha daxuyand ku eşîrên welatparêz, xaka xwe parastin û li hemberî dagirkeriyê li ber xwe dan.

Desteya Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dawiyê de teqez kir ku QSD û Rêveberiya Xweser axa Sûriyê parastin û ev bang kir.

“Kesên dixwazin teror û zordariyê tune bikin û Sûriyeke pirrengî ava bikin, divê desteka projeya Bakur û Rojhilatê Sûrî bikin.

Çeteyên qaşo bi navê ‘Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê’ 11’ê Cotmeha 2019’an Sekretera Giştî ya berê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef kuştin.

Heman çeteyan 13’ê Cotmeha 2019’an li dijî karwanê sivîlan ên ku çûbûn piştgiriya xelkê Serê Kaniyê bikin komkujî pêk anîn..

Back to top button