Hêrsa gel a li dijî siyaseta PDK’ê ya girtin û binçavkirinê zêde dibe

Endamê Ofîsa Siyasî ya Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Hîwa Seîd da xuyakirin ku desthilata PDK’e, dixwaze bi girtin û binçavkirinê, rê li pêşiya çalakiyên sivîlan bigire.

Hîwa Seîd diyar kir ku roj bi roj, rewşa Başûriyan ber bi xerabûnê ve diçe, çareserî reform e, lê desthilata Başûr, naxwaze ku pêk were.

Endamê Ofîsa Siyasî ya Bizûtneweya Demokratîk a Gelê Kurdistanê Nehro Alayî jî siyaseta PDK’e ya girtinê şermezar kir û anî zimên ku;

“Nabe bi behaneya axavîn û rexneyan, xelkên vî welatî bên girtin û binçavkirin.

Divê desthilatdarî bizane ku ti carî bêdengkirin û girtin, ti encaman bi xwe re nayîne.”

Li Hewlêr û Behdînanê, roj bi roj nerzîbûnên li hemberî girtin û binçavkirina mamoste, rojnamevan û karmendan, zêde dibin.

Back to top button